Xezala Nav Baxçeyê Azadiyê BÊRÎTAN

Bêrîtan di cihê xwe de req bûbû û bi baldariyeke mezin li dayîka xwe guhdarî dikir. Di cîhana xeyalan de bû, tiştên ku dibihîstin ew şaş dikirin. Wekî ku temaşeyî fîlmekî dikir. Gelekî pirs di mêjiyê wê yê zarok de diçûn û dihatin. Gotinên nû dibihîst ji devê diya xwe. Çavên wê diçûn û dihatin mîna ku ji wê kuna xwe ya biçûk aciz bin. Dixwest ber bi ezmanan ve bifire. Bêrîtanê ji bo ku çokên xwe yên ji heyecanê dilerizîn, ji dayika xwe veşêre, destê xwe danî ser û bi dil û can li dayîka xwe guhdarî kir.
Dayika li ber giriyê bi dengekî ku ji kûrahiya dil dihat, digot: “ Wê rojê destanek nû dihat nivîsandin li Lelîkanê. Ew roja Lelîkan bi tîpên zêrîn diket nav dîroka berxwedana mirovahiyê. Dîsa jinek qehreman bû, nivîskarê dîroka berxwedan û azadiyê.
Li ser lutkeya zinarekî reş û mezin bû. Li paş wê Çiyayê Şekîf, li biniya wê Dola Çil û çaran hebû. Beriya demekî 44 çar hevalên wê şehîd ketibûn li wê dolê.