|
dîroka gelan de bijîn û bidin jiyîn. Pêwîst e têkoşîn bi vî awayî bê domandin û qet neyê rawestandin. Ango divê mirov vê yekê nola kevneşopiyekê berdewam bike û pêşxîne. Lehengiyên şerên mezin hatin kirin. Lê belê di têgihiştin, kûrbûn û nirxandina van lehengiyan de lewaziya me heye.
Haqî, Kemal, Mazlûm û Xeyrî têkoşerên têkûz yên vê baweriya mezin bûn. Di şert û mercên herî giran de ne acizbûnekî herî biçûk, ne sarbûnek, ne jî dorhêla xwe tengavkirin û hwd. yek hewlekî wan bi vî rengî çênebû. Ev heval, jiyana PKK ya di nirxên pîroz de ye, destnîşan dikin. Ev jiyanekî utopîk e. Di ber xeyal, îdîa, hêvî û baweriyên xwe de jiyinê di ser her tiştî re girtine. Ger bixwestana dikarîbûn bibin xwediyê her pîşeyî (meslek), lê bi zanebûn dest jê berdan. Di wê hişmendiyê de bûn ku di vê riyê de şehîtbûn hema hema mîsoger e lê belê li ruxmê vê, bûn şoreşger û qet neketin nava tu fikar û diltirsiyê. Her roj bi coşa cejnekê derbas bû.
Ger PKK di roja me ya îroyîn de tevgerekî azadiyê ya herî bi îdîa ye û xewnereşka emperyalîzmê ye, ev domandina girêdaniya PKK bi utopyaya sosyalîzmê re destnîşan dike.
Heta hûn utopyayê dilkêş nekin û xwe neynin wê asta ku bêjin; “Ezdikarim bênan û bêav bijîm lê nika¬rim bêxeyalên azadiyê bi¬jîm” hûn nikarin bibin sosyalîst.
Ez van tiştan ji bo partî¬bûyinekî rast û di serî de jî, ji bo pêdiviya girêdana bi şehî¬dan re vegotin dikim. Tu carî van tiştan wekî bûyerên lasayî negrin dest. Cengawerên PKK yên rast, hevalên wek Mazlûm û Xeyrî ne. Di destpêkê de em ji Kemalan bigrin ku kesayet û nasnameya PKK ya rast vego¬tin dikirin, Xeyriyên ku gava çûn mirinê jî xwe deyndar dîtin, li gor şert û mercên wê de¬mê ne pir serkeftinekî mezin be jî, tevlîbûna çewtî û kêma¬siyan li milekî, tenê bi gotine¬kê be jî, hevriyên xwe newes¬tandin, aciznekirin û bi qasî hêza xwe derdora xwe ronî kirin û kesayetiya têkoşeriyê destnîşan dikirin.
Ger baweriyek me bi doza kedkaran, rêzdari¬yekî me li hember utopyaya sosyalîzmê -ku bi milyonan mirov di ber wê de şehîd ketin- hebe û bi rastî jî em vê rojê wek roja têkoşîn, yekitî û piştgiriya kedkarên nav netewî dinirxînin wê çaxê divê em bersivekî xurt bidin. Di şert û mer¬cên nav netewî yên rojane de, em di kesayetiya PKK de bi têkoşeriyekî rûmetdar, meşa serkeftinê û bi bilindkirin û pêşxistina sosyalîzmê ve, dikarin bersiv bidin. Wê ev bersivekî têkûz be. Hinekî hatiye dayin, em dikarin ji niha û şûn de jî pênasa wê bidin.
Ez careke din vegotin dikim; wisa ne tenê bi salan di nav PKK de mayin, ji bo destpêkirinek lasayî û birêvebirina we jî ev bes e. Va Haqî wan ma gelekî sosyalîzm nasdikirin? Na! Em dizanin ku bi hişmendiyekî kêm ket rê lê belê xwedî baweriyekî xurt bû. Va Xeyrî, Mazlûm û Kema¬lan ma gelekî ev ax nasdikirin, qey gelekî welat¬parêz bûn? Na! Lê belê bi rastî jî ew bê ku dejenere bibin hem bi sosyalîzmê bawer dikirin, hem jî jidil û bi azwerî bi keda wê ve girêdayî bûn. Wan wisa dikir û jixwe PKK yiyên rast ew bûn.
RÊBERÊ KOMA KOMALÊN KURDİSTAN ABDULLAH OCALAN
TARİYA ŞEVÊN REŞ
Şev pir tarî bû Ji bê aramî li hêviya rojê bû Şev pir li dor xwe digeriya Ji bêçarî xwe guvaşt bi ser hev de Stêrk ji dora şevê Hêdî hêdî belav dibûn Bi belavbûna stêrkan Heyv bêdeng bû Û her kes diponijî Bi ser halê xwe de Baweşînkên xewê digirt Li ser çavên wan Lê debar bi wan nediket Xew nediket çavên wan Ji ber dengê lingê xwînmijên hov Tirsa bêdengiyê her dever digirt Di şevên tarî de Şevên tarî perdên xwe kişandin li ser hev Û beden parast Di şevên tarî de Yezdanên agir xemla xwe girêdan Şeva tarî bi tîrêjên agir ronî bû Ronahiya agir da ser çiya Agirê Zerdeşt pêt bi pêt Bilind dikirin Di çar quncikên dîwar de Bi agirê çar yezdana Yezdanên dilovan Her deverên welat ronî bû Bi çirûskên arê wan Wan lehengên bê hempa Her dever kirin govend ji agir Di dilê tariyê de Her çirûskek arê wan Ber bi ezman ve hildikişiya û bi stêrkênşevê re bûne yek Ferhat û Necmî Eşref û Mahmut Şewqa wan her dever geş kir Bûne nîşan û mizgîn Ji rojên felat re Bi xweliya arê wan Jiyan bişkivî Bi bayê arê wan Wekî babîsokekê bilind bû Geriya di şevên tarî de Li ezmanê welat Digeriyan li azadiya xwe Bayê agirê çar zarokên azadîxwaz Her yek bû ronahiyek Li pêşiya jiyanê bûne xaçirê Û pêşveçûn Bi pêlên berxwedanê Jiyan kirin vejîn Li kela Amedê çar zarokên agir Li kela Amedê Ala sor bilind kirin… Bilind kirin… Ala sor bilind kirin li kela Amedê |